Duh 7 hezar û 523 kes bi Covid-19ê ketine, 178 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 216 hezar û 655 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 523 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 178 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 216 hezar û 655 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 523 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 702 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 178 kes bi nexweşiyê mirine. 10 hezar û 3 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 745 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 194 hezar û 10e.
Her weha 46 hezar û 446 kes mirine. 5 mîlyon û 34 hezar û 316 kes jî baş bûne. (AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.