Duh 7 hezar û 241 kes bi Covid-19ê ketine, 83 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 115 hezar û 406 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 241 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 83 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 115 hezar û 406 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 241 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 640 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 83 kes bi nexweşiyê mirine. 7 hezar û 217 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 187 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 616 hezar û 600e.
Her weha 27 hezar û 821 kes mirine. 2 mîlyon û 504 hezar û 50 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.