Duh 7 hezar û 103 kes bi Covid-19ê ketine, 134 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 180 hezar û 303 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 103 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 134 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 180 hezar û 303 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 103 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 681 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 134 kes bi nexweşiyê mirine. 8 hezar û 108 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 791 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 442 hezar û 350e.
Her weha 25 hezar û 344 kes mirine. 2 mîlyon û 322 hezar û 511 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.