Duh 62 hezar û 797 kes bi Covid-19ê ketine, 279 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 310 hezar û 420 kesan hatine kirin û di encamê de testa 62 hezar û 797 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 279 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 310 hezar û 420 kesan hatine kirin û di encamê de testa 62 hezar û 797 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 802 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 279 kes bi nexweşiyê mirine. 55 hezar û 413 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 18 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 25 hezar û 557e.
Her weha 34 hezar û 734 kes mirine. 3 mîlyon û 480 hezar û 146 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.