Duh 6 hezar û 933 kes bi Covid-19ê ketine, 134 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 218 hezar û 957 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 933 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 134 kes jî mirine.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 218 hezar û 957 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 933 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 582 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 134 kes bi nexweşiyê mirine. 10 hezar û 763 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 390 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 242 hezar û 911e.
Her weha 47 hezar û 405 kes mirine. 5 mîlyon û 105 hezar û 42 kes jî baş bûne. (RT/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.