Duh 6 hezar û 609 kes bi Covid-19ê ketine, 86 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 225 hezar û 527 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 609 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 86 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 225 hezar û 527 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 609 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 557 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 86 kes bi nexweşiyê mirine. 5 hezar û 836 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 44 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 300 hezar û 236e.
Her weha 48 hezar û 341 kes mirine. 5 mîlyon û 173 hezar û 186 kes jî baş bûne. (KO/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.