Duh 6 hezar û 221 kes bi Covid-19ê ketine, 71 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 227 hezar û 163 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 221 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 71 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 227 hezar û 163 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 221 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 548 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 71 kes bi nexweşiyê mirine. 4 hezar û 632 nexweş baş bûne û rewşa 881 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 348 hezar û 249e.
Her weha 48 hezar û 950 kes mirine. 5 mîlyon û 215 hezar û 654 kes jî baş bûne.
(KO/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.