Duh 55 hezar û 941 kes bi Covid-19ê ketine, 258 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 304 hezar û 492 kesan hatine kirin û di encamê de testa 55 hezar û 941 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 258 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 304 hezar û 492 kesan hatine kirin û di encamê de testa 55 hezar û 941 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 316 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 258 kes bi nexweşiyê mirine. 37 hezar û 914 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 615 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 3 mîlyon û 689 hezar û 866e.
Her weha 33 hezar û 201 kes mirine. 3 mîlyon û 232 hezar û 892 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.