Duh 55 hezar û 802 kes bi Covid-19ê ketine, 318 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 301 hezar û 243 kesan hatine kirin û di encamê de testa 55 hezar û 802 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 318 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 301 hezar û 243 kesan hatine kirin û di encamê de testa 55 hezar û 802 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 3 hezar û 101 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 318 kes bi nexweşiyê mirine. 43 hezar û 856 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 275 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 268bhezar û 447e.
Her weha 35 hezar û 926 kes mirine. 3 mîlyon û 687 hezar û 590 kes jî baş bûne.(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.