Duh 5 hezar û 955 kes bi Covid-19ê ketine, 84 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 223 hezar û 846 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 955 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 84 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 223 hezar û 846 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 955 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 532 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 84 kes bi nexweşiyê mirine. 4 hezar û 186 nexweş baş bûne û rewşa 886 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 342 hezar û 28e.
Her weha 48 hezar û 879 kes mirine. 5 mîlyon û 211 hezar û 22 kes jî baş bûne.
(KO/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.