Duh 5 hezar û 626 kes bi Covid-19ê ketine, 74 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 219 hezar û 290 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 626 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 74 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 219 hezar û 290 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 626 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 428 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 74 kes bi nexweşiyê mirine. 4 hezar û 585 nexweş baş bûne û rewşa 929 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 336 hezar û 73e.
Her weha 48 hezar û 795 kes mirine. 5 mîlyon û 206 hezar û 836 kes jî baş bûne. (KO/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.