Duh 5 hezar û 294 kes bi Covid-19ê ketine, 51 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 221 hezar û 52 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 294 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 51 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 221 hezar û 52 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 294 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 429 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 51 kes bi nexweşiyê mirine. 5 hezar û 93 nexweş baş bûne û rewşa 808 nexweşan jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 375 hezar û 593e.
Her weha 49 hezar û 236 kes mirine. 5 mîlyon û 237 hezar û 731 kes jî baş bûne.
(KO/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.