Duh 49 hezar û 584 kes bi Covid-19ê ketine, 211 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 271 hezar û 547 kesan hatine kirin û di encamê de testa 49 hezar û 584 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 211 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 271 hezar û 547 kesan hatine kirin û di encamê de testa 49 hezar û 584 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 3 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 211 kes bi nexweşiyê mirine. 28 hezar û 498 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 477 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 3 mîlyon û 579 hezar û 185e.
Her weha 32 hezar û 667 kes mirine. 3 mîlyon û 159 hezar û 475 kes jî baş bûne.(EKN/AY
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.