Duh 43 hezar û 301 kes bi Covid-19ê ketine, 346 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 282 hezar û 192 kesan hatine kirin û di encamê de testa 43 hezar û 301 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 346 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 282 hezar û 192 kesan hatine kirin û di encamê de testa 43 hezar û 301 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 703 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 346 kes bi nexweşiyê mirine. 45 hezar û 592 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 549 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 710 hezar û 582e.
Her weha 39 hezar û 57 kes mirine. 4 mîlyon û 167 hezar û 263 kes jî baş bûne.
(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.