Duh 40 hezar û 806 kes bi Covid-19ê ketine, 176 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 243 hezar û 738 kesan hatine kirin û di encamê de testa 40 hezar û 806 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 176 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 243 hezar û 738 kesan hatine kirin û di encamê de testa 40 hezar û 806 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 424 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 176 kes bi nexweşiyê mirine. 20 hezar û 817 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 135 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 3 mîlyon û 357 hezar û 988e.
Her weha 31 hezar û 713 kes mirine. 3 mîlyon û 35 hezar û 43 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.