Duh 38 hezar û 553 kes bi Covid-19ê ketine, 347 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 260 hezar û 280 kesan hatine kirin û di encamê de testa 38 hezar û 553 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 347 kes jî mirine.
.jpeg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 260 hezar û 280 kesan hatine kirin û di encamê de testa 38 hezar û 553 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 801 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 347 kes bi nexweşiyê mirine. 51 hezar û 236 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 590 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 629 hezar û 969e.
Her weha 38 hezar û 358 kes mirine. 4 mîlyon û 73 hezar û 644 kes jî baş bûne.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.