Duh 37 hezar û 674 kes bi Covid-19ê ketine, 339 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 278 hezar û 108 kesan hatine kirin û di encamê de testa 37 hezar û 674 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 339 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 278 hezar û 108 kesan hatine kirin û di encamê de testa 37 hezar û 674 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 715 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 339 kes bi nexweşiyê mirine. 43 hezar û 253 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 581 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 788 hezar û 700e.
Her weha 39 hezar û 737 kes mirine. 4 mîlyon û 255 hezar û 714 kes jî baş bûne.
(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.