Duh 28 hezar û 997 kes bi Covid-19ê ketine, 336 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 241 hezar û 747 kesan hatine kirin û di encamê de testa 28 hezar û 997 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 336 kes jî mirine.
.jpg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 241 hezar û 747 kesan hatine kirin û di encamê de testa 28 hezar û 997 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 483 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 336 kes bi nexweşiyê mirine. 38 hezar û 218 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 452 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 929 hezar û 118e.
Her weha 41 hezar û 527 kes mirine. 4 mîlyon û 554 hezar û 37 kes jî baş bûne.
(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.