Duh 26 hezar û 476 kes bi Covid-19ê ketine, 356 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 229 hezar û 491 kesan hatine kirin û di encamê de testa 26 hezar û 476 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 356 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 229 hezar û 491 kesan hatine kirin û di encamê de testa 26 hezar û 476 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 2 hezar û 414 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 356 kes bi nexweşiyê mirine. 35 hezar û 464 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 418 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 4 mîlyon û 955 hezar û 594e.
Her weha 41 hezar û 883 kes mirine. 4 mîlyon û 589 hezar û 501 kes jî baş bûne.
(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.