Duh 15 hezar û 503 kes bi Covid-19ê ketine, 63 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 151 hezar û 113 kesan hatine kirin û di encamê de testa 15 hezar û 503 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 63 kes jî mirine.
.jpeg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 151 hezar û 113 kesan hatine kirin û di encamê de testa 15 hezar û 503 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 858 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 63 kes bi nexweşiyê mirine. 15 hezar û 893 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 425 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 894 hezar û 893e.
Her weha 29 hezar û 552 kes mirine. 2 mîlyon û 716 hezar û 969 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.