Duh 13 hezar û 755 kes bi Covid-19ê ketine, 66 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 140 hezar û 828 kesan hatine kirin û di encamê de testa 13 hezar û 755 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 66 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 140 hezar û 828 kesan hatine kirin û di encamê de testa 13 hezar û 755 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 801 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 66 kes bi nexweşiyê mirine. 8 hezar û 639 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 289 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 807 hezar û 387e.
Her weha 29 hezar û 160 kes mirine. 2 mîlyon û 640 hezar û 669 kes jî baş bûne.(EKN/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.