Duh 13 hezar û 378 kes bi Covid-19ê ketine, 68 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 132 hezar û 425 kesan hatine kirin û di encamê de testa 13 hezar û 378 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 68 kes jî mirine.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 132 hezar û 425 kesan hatine kirin û di encamê de testa 13 hezar û 378 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 852 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 68 kes bi nexweşiyê mirine. 15 hezar û 516 nexweş baş bûne û rewşa hezar û 392 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 879 hezar û 390e.
Her weha 29 hezar û 489 kes mirine. 2 mîlyon û 701 hezar û 76 kes jî baş bûne.(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.