Duh 11 hezar û 553 kes bi Covid-19ê ketine, 233 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 218 hezar û 683 kesan hatine kirin û di encamê de testa 11 hezar û 553 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 233 kes jî mirine.
.jpeg)
Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 218 hezar û 683 kesan hatine kirin û di encamê de testa 11 hezar û 553 kesan pozîtîf derketiye. Ji van 902 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 233 kes bi nexweşiyê mirine. 9 hezar û 275 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 162 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 151 hezar û 38e.
Her weha 45 hezar û 419 kes mirine. 4 mîlyon û 980 hezar û 516 kes jî baş bûne.
(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.