Duh 10 hezar û 512 kes bi Covid-19ê ketine, 223 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 202 hezar û 243 kesan hatine kirin û di encamê de testa 10 hezar û 512 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 223 kes jî mirine

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.
Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 202 hezar û 243 kesan hatine kirin û di encamê de testa 10 hezar û 512 kesan pozîtîf derketiye. Ji van hezar û 223 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.
Her hewa duh 223 kes bi nexweşiyê mirine. 14 hezar û 418 nexweş baş bûne û rewşa 2 hezar û 468 nexweşî jî giran e.
Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 5 mîlyon û 117 hezar û 374e.
Her weha 44 hezar û 760 kes mirine. 4 mîlyon û 947 hezar û 256 kes jî baş bûne.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.