Du xebatkarên Azadiya Welat hatine girtin
Du xebatkarên Azadiya Welat ên bi navê Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan hatine girtin

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Du xebatkarên Azadiya Welat ên li Mêrsînê hatibûn desteserkirin hatine girtin.
Azadiya Welat tekane rojname ye ku li Tirkiyeyê weşana bi zimanê Kurdî dike.
Di 7ê Îlonê de Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan dema li ser rêya mala xwe bûn hatine desteserkirin. Îro herdu rojnameger bi tometa ‘’propagandakirina rêxistinê’’ hatin girtin.(ÇT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.