SANSUR
Du pirtûkên Weşanxaneya Ceylanê qedexe kirine

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Midûriyeta Beşa Ewlehiyê ya Emniyeta Stenbolê biryar daye ku du pirtûkên Weşanxaneya Ceylanê yên bi navê "Kadın Devrimi" (Şoreşa Jinan) û "Suruç'ta Kalanların Dilinden Kobanê'ye Gitmek" (Çûna Kobaniyê) berhev bikin.
Dozgeriyê ev biryara ku midûreyeta polîsan daye, di 19ê Tîrmehê de pejirandiye.
Weşanxaneya Ceylanê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye:
"Ti biryar nikare 33 Rêwiyên Hêviyan bide jibîr kirin û wê ti biryar nebe jî ku em dikarin bi saya pirtûka rojnameger Arzû Demîrê ya bi ked û baldariyeke mezin ji weşanê re amade kiriye, bi vegotinên nas û dostên wan bîranîn û xeyalên wan xwen bixwînin.
"Xewn û xeyalên jinên azad ên uk me di pirtûka me ya din a bi navê "Şoreşa Jinan" de behsa wan hatiye kirin, wê bi destên ne yên bihar hembêz kirine -di nava her şert û mercan de- bigihê hev û wê ev dewam bike." (TY/FD)