#dramaqueerpride ya 2020an destpê kiriye

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dramaqueer, Kolektîfa Hunerê, wê bi bernameya xwe duyem a #dramaqueerpride-ê Hefteya Rûmetê pîroz bike. Bernameya #dramaqueerpride-ê wê bi awayê online be û heta 28ê Hezîranê wê dewam bike.
Di bernameyê de pêşangehên vîdeoyan pêk werin, gotûbêjên li ser pirtûkan çêbibin û film bên nîşandan.
Pêşangeha vîdeoyê ya bi navê “SELF NON-CONTROL” hunermendên queer civandiye ser hev. Di vê bernameyê de wê pêşangeha Hala Divayê ya bi navê “MAMA VE SU” heye.
Her weha videoya Enes K., ya Efe Durmaz, ya Lucis Destroya, Demhat Bella Aksoy, Larissa û ya Nilgun Kuçukbatmanê jî tên nîşandan. Krutzog jî bi performansa xwe ya DJyê beşdarî pêşangehê dibe.
Gotûbêjên li ser pirtûk û fîlman wê pêk werin
Di bernameyê de bi nivîskar û aktivîst Gani-Meth re wê li ser “Saygı Duruşuna Kalkmıycam” bi rê ve biçe ku Onur Çîmen, berhevkarê pirtûkê jî wê beşdar bibe.
Dîsa wê filme Fehîm Ozturkî yê bi navê “Free Fun” li ser Youtube û malperê bê nîşandan. Piştî nîşandana filmî wê gotûbêjek pêk qere.
Bername wê li ser malperê û hesabê Youtubê bên nîşandan. (EO/EMK/FD)
25Ê ÇIRIYA PAŞIYÊ ROJA TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDKARIYA LI JINAN
Mêran di 326 rojan de 285 jin kuştine, 711 jin birîndar kirine

Mêran di 327 rojan de 253 jin kuştine, 715 jin birîndar kirine

Hunermendên queer wê pêşangeheke dîjîtal li dar bixin

EGE OZTOKATÊ NIVÎSANDIYE
Di rojên koronayê de nivîsandina raporên tundkariya mêran

BER BI 25Ê ÇIRIYA PAŞIYÊ VE
Mêran di 324 rojan de 302 jin kuştine, tûndkarî li 532 jinan kiriye
