Donald Trump: Hêviyên min ji Erdoganî şikestine
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Donald Trumpî diyar kiriye ku dema wî girtîyeka Tirk li Îsraîlê dayî berdan wî hêvî kiriye ku serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî keşeyê di girtîgeheka Tirkiyeyê de bide berdan lê ev yek pêk nehatiye û hêviyên wî ji Erdoganî şikestine.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne

Trumpî li ser Erdoganî ji bo Bloombergê gotiye: “Wî hêviyên min şikênandine.”
Rojnameya Guardianê ya Ingilîzîstanê jî îdia kiribû, li Îsraîlê welatiyeka Tirkiyeyê Ebru Özkan girtî bûye, Tirkiyeyê jî hingê keşeyê Andrew Brunson girtiye. Trumpî ji bo berdana Brunsonî, Ebru Özkan daye berdan.
(PT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.