Donald Trump: Ez ê koçberiya ber bi DYAyê ve bidim sekinandin
Donald Trumpê Serokê DYAyê gotiye: "Em di bin êrîşa dijminê nediyar da ne. Ji bo parastina karê welatiyên Amerîkayê ez ê wê biryarnameyê îmze bikim ku koçberiya ber bi Amerîkayê ve dide sekinandin."

Fotograf: AA
Donald Trump, Serokê DYAyê gotiye: "Em di bin êrîşa dijminê nediyar da ne. Ji bo parastina karê welatiyên Amerîkayê ez ê wê biryarnameyê îmze bikim ku koçberiya ber bi Amerîkayê ve dide sekinandin."
Trumpî li ser hesabê xwe yê Twîtterê vîrusa Covîd-19ê weke "dijminê nediyar binav kiriye û wiha nivîsiye: "Em di bin êrîşa dijminê nediyar da ne. Ji bo parastina karê welatiyên Amerîkayê ez ê biryarnameya koçberiya ber bi Amerîkayê ve sekinandin, îmze bikim."
Hê nayê zanîn ku Trump biryarnameyê kîngê îmze bike û di naveroka wê da çi heye.
Xizmetên vîzeya rutîn hatibûn sekinandin
Rêveberiya DYAyê di 18ê Adarê da ji ber nexweşiya Covîd-19ê li hin welatan xizmetên vîzeyê dabû sekinandin.(AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.