DMME: Mafên Ragip Zarakolûyî hatine binpêkirin

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) biryar daye, ku mafê xweîfadekirinê, azadiyê û ewlekariyê yê Ragip Zarakolû, nivîskar û weşanger hatiye binpêkirin. Zarakolûyî di doza esasî a Stenbolê ya Koma Civakên Kurdistan(KCK)ê de tê dadgehkirin.
Di biryarê de hatiye diyarkirin, 10em xala ku mafê xweîfadekirinê û 5em xala ku mafê azadiyê û ewlekariyê esas digire yên Peymana Mafên Mirovan ê Ewropayê hatiye binpêkirin.
Wê 6 hezar û 500 Eûro tezmînata menewî bidin Zarakolûyê ku di doza KCKê de nêzîkî 5 mehan girtî hatibû dadgehkirin.
Çi bûbû?
Zarakolûyî, ji ber axavtina xwe ya di 2009an de ya di Akademîya Sîyasetê a Partiya Demokrasî û Aştîyê(BDP) de kiribû, di 28ê Çiriya Pêşiyê ya 2011an de di çarçoveya “Doza Esasî a KCKê ya Stenbolê”de hatibû girtin. Zarakolûyî di sala 2012an de serbest mabû û 3em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di çarçoveya dozê de bi hinceta ku îfadeya xwe nedaye biryara girtina wî dabû.(AS/AY/FD)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket

Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin

Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim

DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye

Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
