DMME: Beşdarîya li merasîmên ji bo mirîyan ne sûc e

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
DMMEyê (Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) eşkere kiriye ku mafên Nejat Ataklayî yê azadîya xweîfadekirinê hatiye binpêkirin. Dadgehê lewma 7 hezar Euro cezayê tazmînatê li Tirkiyeyê biriye.
Nejdet Atalayê ku tevlî cenaze û çalakîyên piştî cenazeyan bûye cezayê girtinê lê hatibû birîn. Atalay hingê şaredarê Êlihê bû. Dadgeha navborî biryara xwe eşkere kiriye.
Li Amedê girtî bû
Serdozgerîya Komarî ya Amedê bi hinceta di 28ê Adara 2006ê da tevlî cenazeyê gerîlayên PKKê bûye derbarê Nejdet Atalayî de lêpirsînekê dabû destpêkirin.
Piştî dadgehkirina Atalayî di 11ê Adara 2008ê de bi hinceta “Propagandaya ji bo PKKê” deh meh ceza lê hate birîn. Piştî ku dadgeha bilind jî ceza pejirand bi hinceta ku biryar Xala 10. a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê binpê dike serî li DMMEyê dabû.
DMMEya ku îro biryara xwe eşkere kiriye biryar daye ku Mafê Xweîfadekirinê yê Atalayî hatiye binpêkirin û 7 hezar Euro cezayê tazmînatê daye Tirkiyeyê.
Şaxa ÎHDê (Komaleya Mafên Mirovan) ya Amedê daxuyandibû ku di bûyerên 28ê adar û 3yê nîsana 2006ê de rû dabûn hêzên ewlehîyê 5 jê zarok mafê jiyana 10 kesan binpê kiriye.
(AS/GN/MB)
*Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye.
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket

Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin

Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim

DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye

Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
