WALÎTÎYA STENBOLÊ LI SER TABELAYÊN EREBÎ DAXUYANÎYEK WEŞANDIYE
Divê ji sedî 75ê tabelayan bi zimanê tirkî bin
Walîtîya Stenbolê daxuyandiye ku ji ber gilîyan wan 730 kargehên tabelayên wan erebî ne kontrol kiriye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtîya Stenbolê daxuyandiye ku ji ber gilîyan wan 730 kargehên tabelayên wan erebî ne kontrol kiriye.
Walîtîyê diyar kiriye ku ji 15ê Hezîranê ve wan dest bi kontrolkirina tabelayan kiriye û tabelayên ne li gor rêziknameyê rakirine.
Kontrolkirina tabelayan pêşiyê li Fatih, Zeytînburnu û Bayrampaşayê hatiye dest pê kirin. Walîtîyê eşkere kiriye ku li gor rêziknameyê divê ji sedî 75ê tabelayê bi zimanê tirkî be û ji sedî 25 dikare bi zimanê erebî be.
Ji kargehên hatîn kontrolkirin tabelaya 38 kargehan ne li gor rêziknameyê bûye. Walîtîyê ew kargeh hişyar kirine û xebatên ji bo guhertina tabelayan daye dest pê kirin.
(AO/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.