VÎDEO NÛÇE
DISK, KESK, TMMOB û TTByê li Qada Taksîmê 1ê Gulanê pîroz kir

Fotograf: DÎSK
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK), Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK), Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) û Yekîtiya Odeyên Mihendîs û Mîmarên Tirkan (TMMBO) ji bo 1ê Gulanê pîroz bikin û qurbaniyan yad bikin, çûn Qada Taksîmê.
Bixwîne - Polîsan zêdetir ji 100 kesên xwestin biçin Taksîmê desteser kirin
Endamên her çar rêxistinan saet di 12.00ê de li Gumuşsuyuyê hatin ba hev û bi pankarta ku li ser wê “Hêvî mil bi mil” nivîsandiye meşiyan. Kom bi vî awayî çû Qada Taksîmê.
Li vir li ser navê her çar rêxistinan nûner û rêveberên wan axivîn û paşê çalakiya xwe bidawî anîn.
Di vê navberê de îro gelek endam, rêveber û nûnerên partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên pîşeyî xwestin bitin Qada Taksîmê lê polîsan destûr neda wan. Polîsan midaxeleyî van koman kir û di encamê de zêdetir ji 100 kesan desteser kirin. (VO/AS/FD)
Îdîa: Li Hatayê ji ber raporên ziyanê, gefan li endezyaran dixwin
.jpg)
NÛÇEYA VEDAT ORUÇÎ
Ji ber qedexeyê sebzeyên cotkaran di destê wan de mane

1ê GULANÊ
Li Stenbolê hejmara çalakgerên desteserkirî ji 200î derbas bûye

Jiyana penaberên karker ya di bin konan de
.jpg)
ATOLYE BIA / ROJNAMEGERIYA MAFPARÊZ- SIBAT 2020
Xwendekarê li malê zindanîkirî: “Mala me li me kirin heps”
