“Dilşa” piştî Kurmancî, niha jî bi Zazakî çap bûye

Weşanxaneya Nûbiharê, piştî ku seta Dilşayê bi kurmancî çap kir, niha jî heman set bi zazakî weşandiye.
Nivîskara alman Liane Scheniderê ev set bi almanî nivîsandiye û lehengê çîrokan jî zarokekî bi navê Conni ye. Ev pirtûk ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin û Eva Wenzer-Bürgerê wêneyên wê xêz kiriye.
Bixwîne - Weşanxaneya Nûbiharê seta pirtûkên zarokan a "Hevala Min Dilşa" weşandiye
Demeke berê bi wergera Dr. Abdûllah Încekan, Selman Dilovan û Asli Kayayê ev set bi kurmancî çap bûbû. Niha jî bi wergera Bîlal Zîlan û Mûrat Başaranî, ji bo zazakiyê hatiye wergerandin.
Set ji şeş pirtûkan pêk hatiye ku di her yekê de serpêhatiyeke Dilşayê heye. Dilşa, di her pirtûkekê de bi serborî û tecrûbeyên nû, gav bi gav jiyanê nas dike û pêşve diçe. Dilşa û hevalên xwe, ev 30 sal in ku li Almanyayê rêbertiya zarokan dikin û dinyaya wan dixemilînin.
Di setê de ev pirtûk hene:
- Dilşa dest bi mekteb kena
- Dilşa futbol kay kena
- Dilşa banderê ramitişê bîsîklete bena
- Dilşa nêweşxane de ya
- Dilşa vîndî bena
- Dilşa şona baxçeyê heywanan
(FD)