Dibistanên Amedê dê du rojan dereng vebin
Wezareta Perwerdeya Neteweyî(MEB) da zanîn ku dibistan dê li Amedê du rojan dereng vebin. Ji zêdetirî 11 hezar mamoste/dersdarên ji karî hatin bi dûr xistin, zêdetirî 4 hezar ji wan li Amedê kar dikirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Perwerdeya Neteweyî(MEB) da zanîn ku dibistan dê li Amedê du rojan dereng vebin.
Ji ber Rewşa Awarte bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de, 11 hezar û 285 mamoste/dersdar ji karî hatine bi dûr xistin, 4 hezar û 300 ji wan li Amedê(Diyarbekir) kar dikirin.
Wezaretê da zanîn ku li şûna wan mamosteyan hin mamosteyên dî dê bêne erkdarkirin.
Li gor Berpirsariya Amedê ya MEBê ji beriya ji-karî-dûrxistina mamosteyan 18 hezar û 758 mamosteyan li Amedê kar dikirin. 447 hezar û 416 xwendekar li Amedê diçin dibistanan. (ÇT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.