Dibistana Medyayê ya Kaos GLyê wê dest pê bike

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bo duyem Dibistana Medyayê ya Komeleya Kaos GLyê dema serlêdanê dest pê kiriye. Komele bi vê bernameyê dixwaze tevna xwe ya nivîskar û nûçegihanên dilxwaz berfirehtir bike ku wê ji bo rojnameya înternetê KaosGL.org û kovara Kaos GLyê kar bikin. Her weha dixwaze bi vê bernameyê nûçegihaniya mafparêz berbelav bike.
Sernav: Ez dikarim nûçeya xwe bi xwe binivîsim
Bernameya duyem di 7ê Îlonê de wê dest pê bike û di 9ê Îlonê de wê biqede.
Îsal bername wê di bin sernavê “Ez bi xwe dikarim nûçeya xwe binivîsim.
Dîsa aktivîstên LGBTI+ ji bo di dezgehên din ên medyayê de binivîsin, dikarin xwe bi pêş bixin.
Bernameya dibistanê wê li navçeya Karabûrûn a Îzmîrê bi rê ve biçe û wê li ser bingehê rojnamegeriyê ders bê dayîn. Her weha ji hêla bijartina dîmenan û bikaranîna zimanî de wê li ser nûçegihaniya LGBTI+yan û teknîkên nûçeyên taybet (hevpeyvîn, roportaj, berhevkirin) bisekinin.
Hejmara beşdaran hatiye sînordarkirin û ji bo beşdariyê divê heta 8ê Tebaxê saet 23.59 deqiqeyan serî lê bidin. Cih û saetên bernameyê paşê wê bi rêya e-mailê ji beşdaran re bê şandin. (EMK/FD)