Di tûra 17emîn de jî serokê Dadgeha Bilind nehat hilbijartin
Di dengdayînê de Mehmet Akarca 105, Omer Kerkez 104 û Muhsin Şenturk 108 deng stendin. Ji ber ku piraniya dengan nayê bidestxistin, hilbijartin di tûra 18em a dengdanê de didome.

Mehmet Akarca 4 sal in serokê Dadgeha Bilind e. Ji ber dema wezîfeya 4 salan a Akarca bidawî bû di 25ê Adarê de ji bo serokatiya nû hilbijartin hat kirin. Ji ber ku piraniya dengan nayê bidestxistin, hilbijartin di tûra 18em a dengdanê de didome.
Di 17 tûrên destpêkê yên dengdanê de ti namzetan ji dengên 348 endaman herî kêm 175 deng nestand. Ji bo serokê nû bê hilbijartin divê ji 348 dengan herî kêm 175an bidest bixe.
Di tûra 17emîn a ku îro hat kirin de Serokê Dadgeha Bilind Akarca 105, Serokê 3yemîn Daîreya Hiqûqê Omer Kerkez 104, Serokê 3emîn Daîreya Cezê Muhsîn Şenturk jî 108 deng bidest xist.
Di hilbijartinan de 328 deng hatin tomarkirin, 1 deng vala hat dayîn û 10 deng jî betal bûn.
(RT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.