Di sê salên dawiyê de pênc rojnamegerên biyanî li Tirkiyeyê hatine kuştin

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Cemal Kaşikçiyê rojnameger li Balyozxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê hat kuştin, li Tirkiyeyê kuştina rojnamegerên biyanî di rojevê de cih girt.
Rêxistinên sivîl diyar dikin ku Tirkiye ji bo rojnamegerên biyanî ûne cihekê ewle ye.
Bixwîne - Li Tirkiyeyê 123 rojnameger girtî ne
30ê Çiriya Pêşiyê li bajarê Rûhayê du rojnamegerên ji Sûriyeyê yên bi navê İbrahim Abdulkadir û Firaz Hamadi hatinekuştin.
27ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê rojnamegerekê ji Sûriyeyê yê bi navê Naji El Jerf dema ku li ser caddeyeka Dîlokê dimeşiya hin êrîşkaran gulle lê reşandine.
Li Stenbolê hat kuştin
22yê Îlona 2017ê Halla Barakata rojnameger digel bavê xwe Orouba Barakat li Ûskûdara Stenbolê hatine kuştin.
Rojnamegerê ji Erebistana Siûdiyê 2yê Çiriya Paşiyê piştî çûyî Balyozxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê derneket. Paşê diyar bû ku ew li wê derê hatiye kuştin.
Ne ewle ye
Serokê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê, Gokkhan Durmuşî diyar kir ku Tirkiye ji bo rojnamegerên biyanî ne cihekê ewle ye. Her roj hin rojnameger ji Tirkiyeyê têne derêxistin û tehdîtkirin.
(EMK/MB)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2025
Mêran di Nîsanê de 36 jin kuştin

Li Kadikoyê meşa 1ê Gulanê dest pê kir: Bi hezaran karker bi daxwazên xwe li kolanan in

Doza Saraçhaneyê: Dosyayên 12 kesên ku di nav wan de rojnameger jî hene hatin cûdakirin

"Lihevkirina bajarî îrade ye, krîmînalîzekirin wê nayê qebûlkirin"

RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2025
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
