Di pevçûneka li Amedê de 2 polîs mirine
Li Amedê endamên PKKyê û polîs pev çûne, 3 polîs mirine 2 polîs jî birindar bûne. Li gor DHAyê 2 PKKyî û li gor AAyê PKKyîyek miriye.

Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Li navçeya Erxenîyê ya Amedê polîsan, siet dora 02:00ê operasyon biriye ser malekê, ji malê hinekan li wan reşandiye.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Doganê(DHA) dema PKKyîyan li polîsan reşandî 5 polîs birîndar bûne.
Li gor DHAyê 2 PKKyî û li gor ajansa Anadolûyê(AA) PKKyîyek miriye.
Polîsên birîndar li nexweşxaneya Erxeniyê hatine dermankirin, digel hemî hewildanên ji bo saxkirina wan jî Engin Yılmaz, Salih Aksu û Ahmet Can li nexweşxaneyê mirine.
(EA/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.