Di operasyona li ser Efrînê de 2 leşker mirin
Li herêma di navbera Çiyayê Darmik û bajarokê Bilbilê de êrîş li hemberî leşkerên Artêşa Tirkan hatiye kirin ku beşdarî operasyona li ser Efrînê dibûn. Di encamê de 2 leşker mirin û 8 leşker jî birîndar bûn.
Ji bo nûçeya Tirkî - Ingilîzî bitikîne
Di dema operasyona li ser Efrînê de du leşker mirin.
Duh bi şev li herêma di navbera Çiyayê Darmik û bajarêk Bilbilê de êrîş li hemberî leşkerên Artêşa Tirkan hatiye kirin. Di encama êrîşê de li gorî zanyariyên pêşiyê du jê bi giranî bi giştî 10 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.
Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) di saetên şevê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku Binefser Omer Bîlal Akpinar û çawişê pispor Yûnûs Emre Doganê ku bi giranî birîndar bûn mirin.
Cenazeyên leşkeran şandin Dîlokê. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.