Di operasyona derveyî sînor de 2 leşker mirine
Di operasyona leşkerî ya ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Iraqê tê kirin de di 2 rojên dawî de 2 leşker mirin.

Wezareta Berevaniyê ya Neteweyî (MSB) ragihand ku di encama teqîna teqemeniya bidestçêkirî ya li herêma operasyona Pençikê de leşkerek mir.
Di daxuyaniya MSByê de hat ragihandin ku çawîşê pispor Mustafa Çakmak ê ku di encama teqîna teqemeniya destçêkirî ya li herêma operasyonê de bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneya ku lê derman dibû, mir.
Duh (9ê Çiriya Pêşiyê) çawîşê pispor Mehmet Emre Teke ku di encama gulebarana endamên PKKê li qadeke baregehê ya li herêma operasyonê de birîndar bûbû û piştre li nexweşxaneyê mirîbû.
Operasyonên pençikê yên ku cara ewil di 28ê Gulana 2019an da li herêmên wekî Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) hatibûn destpêkirin, ji wê rojê heta niha dewam dikin.
(NT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.