Di Manastira Sumelayê de li piştî 5 salan wê ayîn bê kirin
Li Trabzonê Manastira Sumelayê piştî hatiye restore kirin derê xwe ji seredanan ra vekiriye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber restorasyonê li Manastira Sumelayê ayînkirin hatibû rawestandin. Li piştî 5 salan di 15ê Tebaxê de cara yekem wê ayîn bê kirin. Bartholomeos, Petrîgê Fener Rûmê ji ber Covîd-19ê wê beşdarî li ayînê neke.
Li Trabzonê Manastira Sumelayê piştî hatiye restore kirin derê xwe ji seredanan ra vekiriye.
Li gorî gotin û daneyên zanistî, dîroka manastirê xwe digihîne sedsala 13an. Li gel yekîneyên xizmetê, mîvanxane, metbax û ayazmaneyê manastir li 72 jûran pêk hatiye.
Li sala 2000î pê ve manastir di Lîsteya Demkî ya Mîrata Çandî ya Cîhanê a UNESCOyê de cîh digire.
Xebatên restorekirina manastirê di îlona 2015an de destpêkiribû û manastir ji serdanan re hatibû girtin. (AÖ/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.