Di dewra nû ya xwendinê de di hefteyê de du sietan dersa dînî dê bê dayin
Wezareta Perwerdeya Neteweyî(MEB) eşkere kir ku dersa Çanda Dînî dê di dewra nû ya xwendinê de di hefteyê de du sietan bin. Heta niho li Lîseyên Anadolûyê û Fenê di hefteyê de sietek dersa dînî dihat dayin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Perwerdeya Neteweyî(MEB) eşkere kir ku dersa Çanda Dînî dê di dewra nû ya xwendinê de di hefteyê de du siet bin. Heta niho li Lîseyên Anadolûyê û Fenê di hefteyê de sietek dersa dînî dihat dayin.
Ji bilî dersa dînî ya bi navê Çanda Dînî, guherînên di sietên perwerdeyê de ev in:
*Ji bo polên/sefên 9. û 10. dersa Bîyolojiyê ji sê sietan bûye du siet.
*Dersa Felsefeyê ya ku heta niho di sefa 11. de di hefteyê de du sitan dihat dayin dê di sefa 10. de jî di hefteyê de du sietan bê dayin.
*Ji bo hemî sefan dersa Hûnerên Delal û Mûzîkê dê ji sietekê bibe du siet.
*Li Lîseyên Anadolûyê dersa Zimanên Biyanî dê ji 6 sietan bibe 4 siet.(YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.