Di çaremîn salvegera Berxwedana Geziyê de polîsan dîsa Taksîm dorpêç kirin

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di 4. Salvegera Berxwedana Geziyê de bi sedan ser li navçeya Beyoglûyê hatin ba hev. Çalakvanên ku xwestin ji Kolana Îstîklalê derkevin Qadê û ji wir jî ber bi Parka Geziyê ve bimeşin, rastî berbesta polîsan ve hatin.
Parlamenterê HDPê Garo Paylan, yên CHPê Alî Şeker û Sezgîn Tanrikûlû, Alper Taş ê Partiya Piştgirî û Azadiyê (ODP), hunermend Ferhat Tûnç, malbatên Berkîn Elvan û Alî Îsmaîl Korkmaz ên ku di dema Berxwedana Geziyê de hatin kuştin hin kesên ku beşdarî meşê bûn in.
Çalakvan li ber avahiya Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB) kom bûn û ji kolana Kuçukparmakkapiyê ber bi Kolana Îstîklalê ve meşiyan. Ev kom û koma ku ji hêla Galatasarayê ve dihat gihiştin hev û bi sloganan ji Kolana Îstîklalê ber bi Qada Taksîmê ve meşiyan. Lê beriya ku bigihêjin Konsolosxaneya Fransayê rastî berbesta polîsan hatin û li vir dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Piştî axavtinên Mucella Yapici û Can Atîlla yên ji Piştevaniya Taksîmê çalakî bidawî hat.
— Beyza Kural (@b__yaz) 31 Mayıs 2017
Di dema meşê de kesên ku di dema Berxwedana Geziyê de hatin kuştin û Ayşe Denîz Karacagîl jî hatin bîbîranîn ku Karacagîl di dema Berxwedana Geziyê de li Antalyayê hatibû girtin, piştî ku 5 meha di girtîgehê de mabû çibû Qednîlê û li Reqqayê di dema şerê bi DAIŞê re de çûbû ber dilovaniya xwe. Herwiha slogana “Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ne bitenê ne” jî hat avêtin.(ÇT/FD)
* Fotograf: Tansu Pişkin
Ajal wê bi rêya katalogan bên firotin: "Ev îşkence divê bi temamî bidawî bibe"

LI DÊRSIMÊ 12 PEZKÛVÎ MIRINE
Parêzer Yildirim: Mirov ziyanê digihînin cih û warên pezkûviyan

Dozgerî xwestiye parêzer Levent Pişkin were cezakirin

“Ev der ne Antalya lê Çiyayê Cûdî ye”

Dadgehê ji bo Şebnem Korur Fincani û Gençay Gursoyî biryara beraetê da
