Di avahiya paqijiyê de teqîn çêbûye: Karkerek miriye
Li gorî lêkolîna ekîban, karkerê ku miriye navê wî H. Ajmal Mûstakî ye û welatiyê Afganistanê ye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeya Ortahîsara Trabzonê di avahiya paqijiya pîşesaziyê de teqînek pêk hatiye. Di encama teqînê de kesek miriye.
Li gorî lêkolîna ekîban kiriye karkerê ku miriye navê wî H. Ajmal Mûstakî ye û welatiyê Afganistanê ye.
Piştî teqînê cendirme, AFAD, Tenduristiya Lezgîn 112 û ekîbên agirkujiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin çûne cihê bûyerê.
Walî Îsmaîl Ustaoglû têkildarî bûyerê gotiye, “Hemû ekîbên me yên 112ê û ekîbên AFADê mudaxeleyî bûyerê dikin û kesekî miriye.”
Li gorî daneyên Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran di 5 mehên destpêkê ên sala 2023an de 37 karkerên penaber/koçber mirine.(AO/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.