Di 23yê Adarê de li zanîngehan wê dersên online dest pê bikin
Yekta Saraç, Serokê YOKê gotîye, ji bo zanîngehên ku derfeta wan a dersên online tuneye, ew ê derfet werin peydakirin.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekta Saraç, Serokê Sazîya Xwendina Bilind (YOK) dîyar kirîye, li zanîngehên ku ji ber vîrûsa Covîd-19ê 3 hefte perwerde hatîbû rawestandin da dê perwerdeya ji dûr va bê dayîn.
Li gor nûçeya Ajanasa Anadolûyê Saraçî eşekere kirîye, di 23yê Adarê da zanîngehên kapasîteya wan ya perwerdeya ji dûr va hene dê dest bi perwerdeya ji dûr va bikin û Ji bo zanîngehên ku derfeta wan ya perwerdeya ji dûr ve tune jî, ew ê amûrên dersa ji dûr va saz bikin.
Saraçî ji bo kirina vîzeyên online jî weha gotîye; "Ev mijar taybete bi zanîngehan, divê zanîngeh li gor şert û mercên xwe biryara vê bidin.” (RT/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.