Destûr nedane Demîrtaş keçên xwe bibine
Başak Demîrtaşê destnîşan kiriye û gotiye, “Destûr nedane Selahettîn keçên me Delalê û Dildayê bi hev re bibine. Di destpêka pandemiyê heta niha Selahettîn bi tenê carê karîbiye keçên xwe cûda cûda bibîne.”

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Başak Demîrtaş, hevjîna Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk a Gelan(HDP) aşkere kiriye, destûra hevdîtina girtîgehê nedane keçên wan.
Başak Demîrtaş, hevjîna Selahattîn Demîrtaşê ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê girtiye, li ser medya civakî daxuyanî daye û gotiye, “Di destpêka pandemiyê heta niha Selahettîn bi tenê carê karîbiye keçên xwe cûda cûda bibîne.”
Demîrtaşê aşkere kiriye û gotiye, “Destûr nedane Selahettîn keçên me Delalê û Dildayê bi hev re bibine. Di destpêka pandemiyê heta niha Selahettîn bi tenê carê karîbiye keçên xwe cûda cûda bibîne.”(AS/AY/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.