Derbarê rojnameger Yusra Batihanê de lêpirsîn hatiye destpêkirin
Derbarê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Yusra Batihanê de bi sedema parvekirinên wê yê li ser medyaya civakî lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Derbarê nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Yusra Batihanê de lêpirsîn hatiye destpêkirin
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Yusra Batihanê de bi hinceta parvekirinên li ser hesaba wê yê medyaya civakî ên piştî erdhejên navenda wan Mereş bûye de bi îdiaya ku “Agahiyên şaş belav kiriye” lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Batihana ku di parvekirinên xwe de bal kişandiye ser daneyên Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDPê û çavdêriyên rojnamevanan ên li herêma erdhejê, bi parêzerê xwe re li Amîrtiya Navenda Polîsan a Cebecî îfade daye.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.