Derbarê rojnameger Mamedoglûyê de lêpirsîn hate destpêkirin
Derbarê rojnameger Medîne Mamedoglûyê de ji ber parvekirinên wê yên têkildarî şewata li navçeyên Şemrex û Xana Axparê lêpirsîn hate destpêkirin. Mamedoglûyê ji ber vê yekê îfade da.

Rojnameger Medîne Mamedoglû, bi sedema çêkirina nûçeyên têkildarî şewata li navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrax a Mêrdînê çû îfade da. Şewat di 20ê Hezîranê de li herêmên navborî derketibû.
Mamedoglû ji ber parvekirinên xwe yên têkildarî şewatê yên li ser medyaya civakî îfade da.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê lêpirsîn li ser gilîkirinê bi sedema parvekirinên Mamedoglû hatiye destpêkirin.
Mamedoglû îrô bi parêzerê xwe Resûl Temûr re ji bo îfadeyê çû Rêvebiriya Emniyetê a Amedê.
Her weha Mamedoglûyê piştî îfadeyê diyar kir ku parvekirinên wê yên pê hatiye tohmetbarkirin ne sûc in û di çarçoveya xebatên wê yên rojnamegeriyê de ne.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.