Derbarê rojnameger Kanbal de lêpirsîn hat destpêkirin
Ji ber nûçeya têkildarî gendeltiyên li Şaredariya Midyadê ya AKPê, derbarê rojnameger Ahmet Kanbal de lêpirsîn hate destpêkirin.

Ji ber ku têkildarî gendeltiyên Şaredariya Midyadê ya AKPê nûçe çêkiye, derbarê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal de bi îdiaya “agahiyên xelet bi gel re parve kiriye” lêpirsîn hate destpêkirin.
Li gorî nûçeya MAyê lêpirsîn, li ser daxwaza Şaredariya Midyadê hatiye vekirin. Rêvebiriya Emniyetê ya Mêrdînê di çarçoveya lêpirsînê de ji bo îfadeyê bang li Kanbal kir û Kanbal îfade da.
Her weha Kanbal, di îfadeya xwe de gotiye ku nûçeya çêkirî rast e û di çarçoveya mafê agahîgirtinê de ye. Piştî îfadeyê jî Kanbal ji emniyetê derket.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.